Endamekî Hevpeymanîya Kurdistanî: Encumena Îsnad ne qanûnîye

Endamê lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî li parlîyamenta Iraqê D. Rewaz Mehdî Xoşnav ragihand, ku encumena Îsnad bi navê dije-terorê hatîye sazkirin, lê belê bi rastî ev encumena han bo berjewendîya Partîyekî dîyar kirî bi kar dihê.
Di evê derbarê de, D. Rewaz Mehdî Xoşnav ji KDP re ragihand, ku encumena Îsnada dije-terorê li sala 2006 hatibû damezrandin, lê belê ev hêza han li derveya erkê xwe kar dike.
Herweha Xoşnaw got, " ev encumena han li derveya qanûnê ye û ji berjewendîya partîyekî destnîşankirî kar dike, eve jî di berjewndîya komkirina dengan û piştivanîya kesên hilbijartinan de ye".




