26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hilbijartina encumena parêzgehan bo meha Gulanê sala 2013 hat paşxistin

Çavkanî: KDP.info

Serokê komisîyona bilinda ya serbixweya hilbijartinê Ferec Heyderî ragihand, ku hilbijartinên encumena parêzgehan bo meha Gulanê sala tê hat li paşxistin, eve jî ji ber hemwar nekirina qanûna hilbijartinan li encumena Nûneran, ji bilî ew arîşeyên ku pêwendî bi budceya taybeta hilbijartinan heye.
Di evê derbarê de li gorî Radio Sawa, ku komisîyon çaverêya  qanûnekê bû ku hatibe hamwarkirin herweha em çaverêya budceya taybet bûn da ku em evê hilbijartinê encam bidin, lê belê heta niha ti ji evan paran ji me re nehatîye serfkirin, ji ber evê çendê jî ti karek nehatîye kirin, xerca encamdna hilbijartinên parêzgehan nêza 200 millîyone dollare, pêwîste ji alîyê encumena nûneran bihê pesend kirin.
 

Nûçeyên têkildar