Hikûmeta Herêmê xwendekarên yekemîn dişîne derve
Hewlêr- KDP.info/ Duhî li hola Mamoste Se`ed Ebdulah ya li Hewlêrê, bi amadebûna serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Îmad Ehmed û cîgirê serokê parlemana Kurdistanê û wezîr û berpirsên hizbî û hikûmetî û nûnerên welatên biyanî, merasîmek taybet bi derçûna xwendekarên yekemîn yên li hersê parêzgehên Herêma Kurdistanê derketine, ji aliyê wezareta perwerdeyê ve bi rê ve çû.
Di destpêka merasima han de ku, hevdem ligel xwendekarên serkeftî, hijmareke zêde ji berpirs û rayedarên hikûmeta Kurdistanê jî amadebûn, Wezîrê perwerde yê hikûmeta Kurdistanê Dr. Îsmet Muhemed peyvek pêşkêş kir û behsa plan û projeyên hikûmet û wezareta perwerde bo pêşde birina asta perwerdehiya Kurdistanê kir.
Piştî bi dawî hatina gotara Dr. Îsmet, gotara Xwendekarên serkeftî jî hate pêşkêşkirin û pişt re jî Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û ragehand ku, perwerde û bilind kirina asta perwerdehiya Kurdistanê yek ji ewlewiyetên hikûmeta Kurdistanê ye.
Nêçîrvan Barzanî hevdem ligel pêşkêş kirina sipasiyên xwe ji Mamoste, Xwendekar û kesêkarên Xwendekaran, balkêşande ser girîngiya pêşdebirina perwerdehî li Kurdistanê de û got: Yek ji ewlewiyetên sereke yên hikûmeta Kurdistanê girîngî dan bi perwerde û bilind kirina asta perwerdehî li Kurdistanê de û çareser kirina astengiyên heyî yên di warê perwerdehî deye.
Barzanî eşkere kir ku, di demên derbasbûyî de xelkê Kurdistanê hewl dida daku, zarokên xwe ji şer û kuştin biparêze lê îro rewşa Kurdistanê gelek cudaye û xelk hewl dide daku, xwenên xwe yên perwerdehî bo zarokên xwe cîhbicîh bike.
Nav hatî eşkere kir ku, hikûmeta Kurdistanê bo çareser kirina kêşeyên warê perwerdehî dest bi cîhbicîh kirina çendîn projeyên girîng kiriye û di merheleya yekem ya wan projeyan de vê nêzî 500 debistanan werin damezrandin.
Nêçîrvan Barzanî diyar kirk u, dê li derveyî Herêmê kursiyekî di zanîngehên derveyê de cih bidin wan û rewaneya wan welatên dost bikin taku li ser hisabê Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwendina xwe ya bilind bi dawî bikin.
Serokwezîrê Kurdistanê behsa meseleya dîtina kar bo Xwendekaran jî kir û got: Niha hikûmeta Kurdistanê jibilî hewldan bo çareser kirina kêşeyên perwerdehî hewl dide daku, kêşeya bêkarî jî bi taybetî bo Xwendekaran çareser bike û bo vê yekê jî hikûmet biryar daye daku, 3 navçeyên mezin yên pîşesazî li Kurdistanê de çê bike daku, di her warî de derfetên karî bo nivşên xwendekar û pspor werin afirandin




