Tayîb Erdogan dîsa hikûmeta Sûriyê hişyar kir

Tirkiyê-Ajans - KDP.info / Serokwezîrê Tirkiyê ragihand ku tişta ku ji bikaranîna çekên kîmyayî xirabtir, kuştina 107 hezar mirov e.
Li gorî nûçeya CNN Turk, Tayîb Erdogan dibêje, yê ku nîqaşê kî çekên kîmyayî li Sûriyê bikar aniye dike, ew dixwaze armancan biguhêrîn e, ew zelal e, rejîma Sûriyê ji çiyayê Qasyûnê ew moşekên kîmayayî avêtin e.
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan bersiv da pirsên rojnamevanan û got: “di rewşa Sûriyê de wê li gorî mercan rola wan diyar bibe”.
Erdogan dest nîşan kir ku, hinek dibêjin rejîma Sûriyê çekên kîmyayî bikaranîne, û hin jî dibêjin bikar naniye, tevî ku ew diyare, lê tişta ku ji bikaranîna çekên kîmyayî xirabtir, kuştina 107 hezar mirove .




