S'ûdîye banga balîyozê xwe yê li Misirê kir

Balîyozê S'ûdîyê li Qahîre "Ebdul Ezîn Qutan" ragihand ku ew ji bo gengeşekirinê ji alîyê S'ûdîyê ve hatiye bang kirin, herweha karê balîyozxane bi awayekî berdemî hate rawestandin.
Di heman demê de li gorî siteya "BBC", jêderekî fermî S'ûdîyê ragihand, ku balîyozê S'ûdîyê li yê li Qahîre hatîye bangkirin û balîyozxane hate giritin, herweha qonsulxaneyên li Îskenderîyye û Siwêsê hatin girtin.
li gorî Ajansa Nûçeyên S'ûdîye, jêderekî fermî got, ev birîyara han hat dan, ji ber xwepêşandanên li dijî şandîya dîplomata Sûdîyê hatine encamdan, eve jî vedigere bo girtina parêzerê Misirî "Ehmed Ecîzawî" ji alîyên S'ûdîye ve.
Wek dihê xuyakirin ku Cîzawî hatîye girtin ji berdaxwaza mafên Misrîyên hatine girtin li S'ûdîyye kiriye.
