Kurdistan û Emerîka rewşa Sûriyê û penaberên surî li herêma Kurdistanê gengeşe kirin

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê digel Jozef Penington konsulê giştiyê Dewletên Yekgirtiyên Emerîkayê li herêma Kudsitanê civiya û têkeftinameyek ji bo dabînkirina erdî bo avakirina konsulxaneya Emerîkayê li Hewlêrê îmza kir.
Di civînê ku, Suham Cebelî alîkara berpirsê peywendiyan amade bû, felah Msitefa û konsulê Emerîkayê yê herêma Kurdistanê rêkeftineke hevbeş îmza kir û li gor wî rêkeftinê dê li Hewlêrê erd ji bo avakirina konsulxaneya Emerîkayê bê dabîn kirin.
Mistefa ev pêngava îdareya Emerîkayê ji bo pêşxistina têkeliyên bi herêma Kurdistanê re, bi pêngaveke giring wesif kir û got ku, têkeliyên navbera Kurdistan û Emerîkayê têkeliyên dîrokî ne û ev pêngava hikûmeta Emerîkayê ya avakirina avahiya konsulxaneya xwe li Hewlêrê dê bibe destpêkek nû bo peywendiyên her du aliyan.
Konsulê Emerîkayê jî got ku, rv pêngava îro ji bo zêdetir xurtkirina têkeliyan bi Îraqê re bi giştî û bi herêma Kurdistanê re bi taybetî, gelek giring e. avakirina avahiya konsulxaneya Emerîkayê li hewlêr dê bibe hêvênê kûrkirina peywendiyên navbera her du aliyan de.
Her du aliyan behsa mekanîzm û pêngavên cîbicîkirina made û bendên rêkeftinameyê kirin.
Peywendiyên navbeta Hewlêr û Bexdayê, rewşa Sûriyeyê û penaberên surî li herêma Kurdistanê mijaêrn din yên civînê bûn




