Hijmareka zor ya bazirganên Zaxo piştivaniya xwe bo lîsta PDKê diyar kirin

Zaxo-KDP.info/ Jibo piştevanîkirin li kandîdên lîsta Partiya Demokirat a Kurdistanê, Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8 PDKê li Zaxo de, digel hijmareka zor ji bazirganên devera Zaxo kombû.
Di kumbûnê de berpirsê liqê behsê giringiya helbijardinên perlemanê kurdistanê kir û encam dana helbijardina bi binemayê dîmokirasiyetê ye hejimartin û diyar kir ku partî herdem parteka aştîxwaz bûye û xudan mêjûyeka pir xebat û qurbanîdane lewra daxaz ji amadebûyan kir ku, xelkê han biden bo dengdanê û bi rêyîa dengê xwe kandîdên Partiya Demokrat a kurdistanê helbjêrin.
Ji layê xwe ve bazirganên amadebû diyar kir ku partî di hemî kawadanêt xweş û nexweş digel milletê kurd bûye lewra cihê baweriya meye û berheviya xwe bo piştevanîkirina lîsta partî dûpat kir




