26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Navnetewîkirina tawana enfalan hem mafekî kurdistanî ye, hem jî derseke mirovaniye

Çavkanî: KDP.info

Li jêr dirûşmê (ji rondikan ber bi hêviyan) li bajarê Duhokê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê beşdarî di merasima 25 saliya anfalkirina devera Badînanan de kir.

 

Di merasima de ku, malbatên anfalkriyan, wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiryan, waliyê Duhokê û aliyên siyasiyên Kurdistanê amade bûn, serokwezîrê Kurdisstanê peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de behsa êrîşên rijêma jinavçûyîya Îraqê yên bi navê Enafalan kirîne ser Kurdistanê û bi taybetî devera Badînan kir. Di encama êrîşên anfalan de bi ser devera Badînan bi hezarên hevwelatiyên sivîl hatin  girtin û bêşûnwarkirin û bi hezaran xelkê gundên deverê ber bi Tirkiyeyê û Îranê reviyan. Rijêma Bassê 14 deverên cudayên Badînan bi çekê qedexekiriyê kîmiyayî bombebaran kirin û bi sedan hevwelatî şehîd û birîndar kirin.

 

Barzanî di peyva xwe de behsa zehmetiyên jiyana penaberiyê kir û got:

- Ez dizan im kes nikare behsa êş û nazarên penaberiyê bike, jibilî ew kesên biserîhatî. Kes nikare behsa derbederiyê, azarên girtinê û îşkencdanê li vê kelhê û jiyana kampa Behirkê bike, jibilî xelkê ew êş û azar dîtine. Lê belê hevsozî û bîranîna wan rojên reş, dibe hindek ji xemên me kêm bikin û me zêdetir teşwîq bike ku, heyfa wan rojan hilîn in. Heyva wê nexweşiyê, bi xizmeta we û avadankirina Kurdistanê hilîn in, heyfa wan rojan dê bi aramî û pêşkeftina welatê me hilîn in.

 

Serokwezîrê sipsiay kurdên parçeyên din yên Kurdistanê kir û got:

- Rê bidin min, bi navê we sipasiyeka taybet bo welatên cîran, Tirkiye û Îranê û kurdên akinciyên wam welatan yên ku, di rojên dijwar de deriyên xwe bo we vekirîn û di hewara we hatîn, bikim. Pir ji dil sipasiya wan dikim, piştî 25 salan, em miletek in û em wan çakiyan jibîr nakin. Herwesa sipasiyeke taybet bo xelkê Hewlêra paytext ku, tehedaya rijêmê kir û wezîfeya xweya kurdewarî û mirovatî bi baştirîn awayî li ser milên xwe rakir. Ez li vir, îro, bi navê Badînana ezîz pir ji dil sipasiya Hewlêrê dikim û em bi qedir li wî karê wan wê rojê kirî dinêr in.

 

Serokwezîrê Kurdistanê di peyva xwe de got ku, bi dîtina hemû şarezayan, enfal tawaneke rêkxistî bû û digehe swîyeya tawanên cîhanî, loma pêdviye rûyekî cîhanî û navdewletê werbigire û zîndî li bîra xelkê bimîne. Ev mafekî miletê kurd e ku, cîhan bizane rijêma diktatoriya çi bi serê wan anîye, çi bi serê xelkê sivîl anîye li vî welatî. Navnetewîkirina tawana enfalan, hem mafekî kurdistanî ye, hem serbûr û derseke mirovaniye, pêdviye bê vegotin û xandin daku dubare nebe. Nehêlana kiryar û tawanên weke enfalan, destkefteke giştî û mirovanîye, hêvîdar in berbestên piraktîkî li hemû cîhanê bo bên danan.

 

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de behsa tesîra anfalan li ser kultura pêkevjiyana neteweyî û olî li herêma Kurdistanê kir û got:

 

- Kurdistan bi giştî û devera Badînan bi taybetî, xwediya kultura pêkvejiyanê ye. Li evê deverê, hem pêkvejiyana neteweyî, hem ya olî, parçeyeke ji rewşenbîriya giştiya di nav deverê de. Barzaniyê nemir û bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê û cenabê serokê herêma Kurdistanê, berdewamî bi wê kulturê daye. Pêkvejiyan, eger armanca hindek hêz û dewletan be, lê li ba me kultureke resen e, lê operasyona enfalan derzek xiste wê kulturê. Rijêma Îraqê bi enfalan, dîwarê pêkvejiyanê hejand û bawerî li navebera neteweyên li deverê dijîn lawaz kir. Loma em dibêj in; enfal tawaneke têkele, hem tawaneke mirovanî ye, hem tawaneke kulturî ye, çimkî ew gefeke li ser kultura pêkvejiyanê. Bi şermezarkirina enfalan, em senga mirovaniyê û pêkvejiyanê bilind dikin.

 

- Berhema diktatoriyê û şofenîzmê, enfal û jênosîda bûn, berhema şoreşa me û xwîna şehîdên me, qurbaniya we û xweragiriya we jî, îro azadî, serbilindî û xweîdarekirina hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

Berhema wê parlamento, demokrasî û hikûmeta herêma Kurdistanê ye. Berhema xebat û azarên we dîtine, azadî, aramî, pêkvejiyan, avadanî û pêşkeftina welatê me bûn. Ev berhema me ye û ew tawanên hatine kirin jî berhema wan bû. rojên wan rondik bûn û yên me hêvî û umêd in. Ev çîroka rondik û hêviyan e. Rondikên ku, diktatoriyê ji çavên dayîk û zarokan barabdîn û hêviyên ku, we li ser lêvên zarokên Kurdistanê çandîn. Ji azarên we hêvî şîn bûn û berhem pê ve hat. Berhema rondikên we kurd azad e û Kurdistan ya aram e, ya avadan e û ya ber bi pêşve diçe .

Nûçeyên têkildar