Li Silêmaniyê duyem konfrensa kitêbxaneyên giştî dest bi çalakiyên xwe kir

Silêmaniyê-KDP.info/ Li bajarê Silêmaniyê duyem konfrensa kitêbxaneyên giştî dest bi kar û çalakiyên xwe kir.
Di merasima vekirina konfrensa kitêbxanyên giştî ku, duhî li bajarê Silêmaniyê dest bi kar û xebatênx we kir, Kawe Mehmûd wezîrê rewşenbîrî û gêncan, Behroz Mihemed waliyê Silêmaniyê û hijmareke mamosteyên zanîngehan û kesatiyên rewşenbîrî amade bûn, çend gotar û lêkolîn hatin pêşkeş kirin.
Waliyê Silêmaniyê di gotara xwe de got:
- Bajarê Silêmaniyê paytexta rewşenbîriya herêma Kurdistanê her ji sedsala 19 li ser dema mîrgeha Baban, şaîr û mamosteyên olî, qedir û qêmeta kitêb, kitêbxane û xwendevanan zaniye. Her vê yekê jî wesa kir ku, şaîrê mezinê navdarê kurd Pîremêrd di destpêka saln 40 de daxwaza vekirina kitêbxaneyeke giştî li Silêmaniyê bike.
- Divê em li ser vê rêbazaê berdewam bin û hevdem digel geşepêdana jêrxaniya welatê me, me haydarî geşepêdana kulturî jî hebe û giringî bi xwendin, kitêb û kitêbxanyan bê dan.
- Miqayîse digel berê di warê kulturî û xandinê de di nav gêncan û hevwelatiyên weletê me de, em paşveçûne. Me pêwîstî bi pilaneke domdirêj ji bo çareserkirna vê pirsê heye.
Wezîrê rewşenbîrî yê hikûmeta Kurdistanê jî di merasimê de peyvek bi zamanê erebî pêşkeş kir û tekîd li ser giringiya kitêbxaneyan kir.
Di konfrensê de tekîd li ser avakirina kitêbxaneya niştimaniya giştî hat kirin.
Li gor hindek amaran li herêma Kurdistanê nêzîkî 73 kitêbxanyên giştî hene û hemberkirin digel sala 2009ê 17% zêdkiriye. Lê hijmara xanevanan sala 2009ê 20 hezar kes bûn û nuha bo 17 hezar kes kêmkiriye. Kesên serdana kitêbxaneyna dinikin 62% ji regezê nêrin.




