25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ayla Akat: Pirosêsa aştiyê di metirsyê de ye

Çavkanî: KDP.info

Tirkiyê-KDP.info/ Endameka perlemanê Tirkiyê diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê sozên ku dabûne kurdan bicih neynaye û niha jî berpirsên hikûmetê tenê li ser pirsa sûriyê daxivin û sebaret bi çarekirina pirsa kurdî çu nehatî ye kirin û aliyên kurdî jî gelek nerazîne û ji ber vê yekê jî qonaxa aştiyê ya di metirsyê daye.


Ayla Akat ata endama perlemanê Tirkiyê ya ser bi parta aştî û dîmukirasyê bo rojnama evro diyar kir gelek caran berpirsên Tirkiyê dibêjin me çu soz nedayne kurdan lê her kes baş dizane ku wesa nîne, çunku di hevdîtinan da gelek tişt hatibûne gengeşe kirin û li gor wî yekî jî her du aliyan rêkikevtin dirust kiribû û pêdivî bû her yek ji Aliyê xwe ve dest bi pênigavan bike û got: "di wî çarçuveyî da dest bi vekêşana hêzên gerîla li axa Turikiya hate kirin û pêdivî bû hikûmeta Tirkiyê jî rê bo kurdan xweş bike da ew bişên di biyavê siyasî da xebatê bikin û êdî çu pêdiviya bikarînana çekan nemînit, aliyê kurdî wek pênigava yekê gelek tişt kirin lê heta niha hikûmeta Tirkiyê çu pênigav nehavêtine û hindek caran jî berpirsên hikûmeta Tirkiyê gefa li gelê kurd dikin."


Ayla xanê di berdewamiya axivtina xwe da amaje bi vê yekê jî kir ku niha rojeva " bûye pirsa sûriyê û berpirsên Tirkiyê rijdin di şerê sûriyê da, lê raya giştî ya Turikiya dijî şerî ye, çunku çu mifaya şerî bo civakê Turikiya nîne û bi cihê wî yekî niha xelkê divêt hikûmet pirsên navxweyî yên welatî çare bike û got: " Bi taybetî jî daxwaza çarekirina pirsa kurdî û pirsên dî yên Turikiya dihête kirin lê berpirsên Turikiya giringyê nadene daxwazên xelkê û hemû rojeva wan niha bûye şerê li dijî sûriyê û bi zorê dixwazin di hevpeymaniyekî da li gel emirîka û hêzîn dî li dijî sûriyê şerî bikin û berpirsên sûriyê jî hoşdarî dayine Turikiya ku heke tiştek wesa rû bidet ew dê hêrişî Turikiya ken."


Di dûmahiya axivtina xwe da endama perlemanê Tirkiyê diyar kir em daxwaz ji berpirsên Tirkiyê dikeyin hindek pênigav bihêne avêtin da hîviya aştiyê û çarekirina pirsa kurdî jinav neçe, heke tiştek wesa nehête kirin pirosêsa aştiyê dê keve metirsyê da.

Nûçeyên têkildar