Duyemîn konferansa derfeta kar li Hewlêrê hate saz kirin

Di navbera beşdarîkirin di duyemîn konfransa derfeta kar li Kurdistanê ku îro li bajarê Hewlêrê hate sazkirin, Nêçîrvan barzanî serok wezîrê Kurdistanê ragihand, ku ´´hikûmeta herêma Kurdistanê bi cidî kar kiriye bo geşedan bi kerta taybet û yek ji sûdên giringên evê siyaseta hikûmetê, zêdebûna daxwazkarîyan ji alîyê kerta taybet bo lawên xodan şîyan û jêhatî ye.´´
Serok wezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyva xwe de teekz li ser ewê çendê jî kir ku pêywîste berdestkirina derfeta kar bo gencanji niha zêdetir di nava siyaseta aborîya hikûmeta herêma Kurdistanê de reng bide.
Nêçîrvan Barzanî herwisa got:´´ hikûmet gerek karê cidîtir bike li ser hemwarkirina ew qanûnê ku peywendî bi mafê karmendan ve heye, bi mebesta karkirina wan û guncana wan li gel evê serdemê û gerek karmendan di nava kerta taybet de mafê wan parastî be û ayindeya wan misoger be.´´
Serok wezîr Barzanî xoşhalîya xwe jî nîşan da ku ew îro bi şêweyeke fermî destpêşxerîya malpera kar û derfeta kar li Kurdistanê rabigihîne. Barzanî herwisa ragihand, ku ev malper pêgeheke bo komkirina hemû derfetên kar di nava kompanîyên kerta taybet de li seranserê herêma Kurdistanê.
Barzanî tekez jî kir ku ev malper dibe amrazek giring bo gişt hevwelatîyên herêma Kurdistanê û piştgîrîya hikûmeta herêmê bo nimayişa kar û derfeta kar li herêma Kurdistanê ragihand.
Di beşeke din a peyva xwe de serok wezîrê Kurdistanê amadeyîya hikûmeta herêma Kurdistanê nîşan da bo tevgerandina hemû hewlekê ji bo ku bazara kar çalaktir û karîgertir û şefaftir û hêsantir be.
Nêçîrvan Barzanî amaje bi ewê çendê jî kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê pêngavên gelek giring havêjtiye bo dabînkirina av, kehreba, projeyên nîştecîbûnê, rêge û ban û jêrxana giştgîr û her ew pêngav bûne hokarê ewê ku aborîya Kurdistanê geşe bike û pêşkevtineke lezgîn bi xwe ve bibîne




