Heyderî: Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan hatin paşxistin

Serokê komisiyona bilinda serbixweya hilbijartinan raghand, ku ji ber serrastnekirina qanûna hilbijartinan di parliyamentê de, hilbijartinên encûmenîn parêzgehan ji bo meha Nîsana sala bihê li paş kevtin.
Serokê komisiyona bilinda serbixweya hilbijartinan Ferec Heyderî ji radiyoya Sewa re ragihand, ku em çaverêy qanûnekî bûyn ku bihê serrastkirin, herweha em çaverî bûdceyê bûyn ku ji bo hilbijartinan bihê diyarkirin, belê heta niha ti pere ji bo hilbijartinan nehatiye diyarkirin û ti karek jî nehatiye encamdan.




