Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata rêzdara xwedê jêrazî Mehmûd Posteçî kir

Bi helkefta koça dawî ya Pêşmergeyê kevin xwedê jêrazî Mehmûd Posteçî, serokê herêma Kurdistanê birûskek serexweşiyê pêşkêş bi malbata xwedê jêrzaî kir, eve deqa wê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Malbata rêzdara xwedê jêrazî Mehmûd Posteçî
Silavên xwedê li we bin
Bi mixabinî nûçeya koça dawiya Pêşmergeyê kevin û zehmetkêş xwedê jêrazî Mehmûd Posteçî gihîşt min.
Bi vê xemgîniyê ve hevxemiya xwe pêşkêşî malbata we ya birêz dikîn ku ji bilî ji destdana Pêşmergeyekî kolneder me hevalekî dilsoz û bi wefa ji dest da ku herdem li bîra me dimîne.
Ji yezdanê mezin hêvîdarîn xwedê jêrazî bixe ber soza berfirehiya xwe û li bihûşta fireh şad bike û sebir û dilnewayiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
02/07/2012




