26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Perlemantarên Kurd û Tirk: Pêşbîniyê dikin PDKê di helbijartinan de serkeftineka mezin bi dest ve bîne

Çavkanî: KDP.info

Tirkiye-KDP.info/ Li herêma Kurdistanê hewa piropagenga bo helbijartinên perleman destpêkirin û ragehandina derive û ya cîhanê jî dûvçûna helbijartinên Kurdistanê dikin û li dûv rojnamevanên Tirkiye di helbijartinê de giraniya birêz Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê şansê PDKê bo serkeftineka mezin di helbijartinan de zêdetir dikin.

 Rojnamevan Remezan Demîr di daxuyaniyekê de bo Evro ragehand ku, helbijartinên perlemanê herêma Kurdistanê li Tirkiyê jî tê gengeşe kirin û li Enqere di meydana siyasetê de pêşbîniyên cuda cuda bo encamên wan helbijartinan têne kirin û perlemantar û siyasetmedarên Tirk û Kurd wesa dibînin ku, dê Partiya Demokrat a Kurdistanê serkeftineka mezin bi dest ve bîne û sedemê wê jî vedgere jibo hebûna birêz Mesûd Barzanî û siyaseta abûrî û derve û êmnahiya hikûmeta Kurdistanê ku, bûye eger ku sengê herêma Kurdistanê roj bi rojê baştir bî.

 

Rojnamevan Remezan ragehand  jî endamên perlemanê Tirkiyê yên ser bi Parta Dad û geşepêdanê ve AKP ji siyaseta abûrî, êmnahî û siyaseta derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê razîne û diyarkir ku, birêz Mesûd Barzanî kesayetiyekî zana, aştîxwaz û gelek bi ezmûne û pêdiviya Rojhelata Navîn bi kesên wesa heye û aşkira jî kirin ku heke îro Tirkiye û herêma Kurdistanê peywendiyên xwe gehandine astekî sitratîjî sedemê wê Birêz Mesûd Barzanî û Erdogane.

 

Herwesa sermayedarên Tirk yên ku, li herêma Kurdistanê piroje dirust dikin û di nav kar dane diyar dikin ku PDKê û Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Kurdistanê herdem zemînê xweş dike da ku sermayedarên biyanî li Kurdistanê karên berhemînanê û pirojeyan encam bidin

Nûçeyên têkildar