Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li Dr. Kemal Şakir dike

Bi boneya koça dawîya dayîka Dr. Kemal Şekir sekreterê partîya Kommunîsta Kurdistanê, serokê herêma Kurdistanê serxweşîya xwe arasteya wî.
Eve jî tekesta evê serxweşnameyê:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birayê birêz Dr. Kemal Şakir
Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya (Kommunîst) ya Kurdistanê
Silavên xwedê li we bin..
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawiya dayika we ya birêz gihîşt me û em hevbeşê xema we ne. Bi vê xemgîniyê ve pirse û serxweşiyê li we û li malbata we ya birêz dikim û ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta xwe ya fireh şad bike û sebirê bi hemû aliyek bibexşê û eve nexweşiya we ya dawî bê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01/07/2012




