Beşar Esed: Rojhelata Navîn bermîla barûdê ye

Ajans-Sûriye/ Beşar Esed roja duşemê di hevpeyvînekê de li gel rojnama Le Fîgaro a Firasî re, ji şerke herêmî li Rojhilata navîn lidarkeve hişyar kir, eger li dijî welatê wî lêdaneke leşkerî ji aliyê rojava ve pêk were.
Esed ji Rojnama Le Fîgero re ragihand ku di vê demê de Rojhilta navîn bûye bermîlek ji barudê, ku agir gelekî jê ve nêz bûye.. ger ev bermîla barudê biteqe, dê nema kes karibe rewşê desteser bike û ew metirsî heye ku li Rojhilata navîn şerekî herêmî lidarkeve.
Esed nexwest ragihînê ku di destê rêjîma wî de çekên kîmyayî hene, li ser pirsekê ma bê pesend kirina we, wê çekên kîmyayî bêne bi karanîn? Esed ragihand ku tu carî me negotiye ku em xudiyê çekên kîmyayî ne




