26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Cebar Yawer: Pêşmerge di proseya hilbijartinên de bê alî ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Sekreterê giştîyê wezareta pêşmergeya herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku, hêz û leşkerê pêşmerge bê alî ye di proseya hilbijaertinê de û hemû kes azade li gor fikr nerîna xwe deng bide bi ewan kesên ku dixwazin.
 

Li gorî ajansa PNA Cebar Yawer di çaremîn xûla hûşyarîya niştîmanî de ku birêveberayetîya wezareta pêşmerge saz kiribû, basa mijara hilbijartinên parlemanîyên Kurdistanê kir û got ku mijareke girînge û yek ji gupikên serekîyên proseya demokrasîyê ye.

 

Yawer hevdem daxwaz ji hemû efseran û pêşmergeyên Kurdistanî kir bi coş ve berev sindoqên dengdanê ve biçin û tekez jî kir ku hêz û leşkerê pêşmerge di proseya hilbijartinan de bê alî ye. Yawer got, ku ewa girîng, beşdarîya çalakane ye û erke li ser hemû kesî beşdar bin. Cebar Yawer herwisa da xuyakirin ku hêzên pêşmerge sê erkên serekî jî di maweya proseya hilbijartinan hene û ew jî parastina nawçeyên metirsîdare ku goman heye terorîst bihêne ewan nawçeyan, beşdarîkirineke çalak di proseya dengdanê de û xwe dûrgirtin ji milmilanîya hizbî û destwerdan di karûbarên hilbijartinan de û herwisa alîgirê hîç alîyekê siyasî nebin.

Nûçeyên têkildar