Malikî salane 138 millîyon dollar bo pasewanên xwe xerc dike

Di biwarê eşkerekirina gendelîyên serokê hukûmeta Iraqê Nûrî Malikî, derkeft ku tenê 3 guropên mezinên pasiwanên wî hene û bi salane 138 millîyon dollar jê re xerc dike.
Li gorî pêzanînên ku endamê lîsta Hevpeymanîya Kurdistanê li parlîyamenta Iraqê Ferhad Etroşî eşkere kir, ku serokê hukûmeta Iraqê Nûrî Malikî salane pareyekî pir bo guropa cuda cudayên pasewanên xwe xerc dike.
Li gorî pêzanînan, tenê 4 hezar û 300 pasevanên taybetên Malikî hene û li ser sê guropên serekî de hatine dabeşkirin.
Guropa yekê pêkhatîye ji malbat û kesên nêzîka wî ku gelekî bawerîyê bi wan dike û hemû jî ji devera Towîrîxin cihê ji dayîkbûna Malikî ye.
Guropa duyema nêzîka 1000 kesin ku hilbijardîyên nav hêzên çekdarên Iraqê ne.
Guropa sêyem pasevanên ser bi kompanîyên Emnîyên bîyanî ne.




