26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ebas: Êrişa Rojava dij bi Sûriyê dibe sedema avabûna dewleta Kurdî

Çavkanî: KDP.info

Mehmûd Ebas serokê desthilatdarîya Felestînê ragihand, ku heger êriş bihête kirin bo ser Sûriyê û rejîma Beşar Esed biherife, dê çend dewletên weke dewletên Kurdî, Elewî û Dirozî çê bibin.
 

Mehmûd Ebas peywendîdar bi rewşa Sûriyê û egera pêkhatina êrişeke serbazî li dijî rejîma Sûriyê, li berdem endamên tevgera Feth a Felestînî ragihand, ku ew êrişa han bo ser Sûriyê, zirara wê zêdetire bo nawçeyê û Sûriyê vedigerîne bo salên 1924 ku Fransa Sûriyê bo ser parçeyan dabeş kir û bi heman şêwe, bi ewê êrişa wê carê, dewleta Elewî, dewleta Heleb, dewleta Dirozî û herwiha dewleta Kurdî dirust dibin û şerê navxweyî jî çê dibe.

 

Ebad herwisa ragihandiye, ku ew li gel encamdana êrişa serbazî dij bi rejîma Sûriyê nînin, lê di heman demê de bi kar birina çekên kîmyayî ji her alîyekê ve şermezar kir.

Nûçeyên têkildar