26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Civînek li ser propagendeya hilbijartinan li nav bajarê Hewlêrê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Newzad Hadî waliyê Hewlêrê digel serokê ofîsa Hewlêrê ya komisyona balaya serbixweya hilibijartinan a Îraqê, serokê şaredariya Hewlêrê, qaymeqemaê Hewlêrê û rêvebirê jîngehê civiya û awayên birêveçûna kampaniyaya hilbijartinan ji aliyê partiyên siyasî ye û pabendbûn bi rênîşanderên komisyona hilbijartinan gotûbêj kirin.

 Awayê hilawîstina posteran, reklam, dirûşim û wêneyên kandîd û logoyên qewareyên siyasî li nav bajêr divê li gor rênîşanderên komisyona balaya serbixweya hilbijartinan be û her alî, partî û qewareyê siyasî bi awayekî neqanûnî  û dûr ji tewsîyeyên komisyona hilbijartinan posteran hilawîse yan bi dîwaran û cîyên giştî daliqne dê bê ceza kirin.

 Di civînê de ku, nûnerên hemû partî û qewareyên siyasî amade bûn, daxwaz ji nûnerên qewareyên siyasî hat kirin ku, di pirosesa kampaniyaya hilibijartinan de bi yasayên komisyona hilbijartinan pabend bin

Nûçeyên têkildar