Raport: mezintirîn gendelî di hêzên çekdarên Iraqê de ye

Komîta Serpereştîya çekdarkirina hêzên Iraqê di raprorekê de eşkere dike, ku gendelîyeka gelek tirsinek di dosyaya çekdarkirina hêzên Iraqê de taybet di biwarê pare, têçûn û cora çekan de heye.
Di evê raporê de hatîye, ku piştî pêkhatine komîteyekê li 7/10/2010 bo çavdêrîkirina kirîn û çekdarkirina hêzên Iraqê, ji evê komîtê re eşkere bû ku pare ji buhaya evan çekan zêdetir hatîye serfkirin, ku dighêje 4 caran bi qasî buhayê wê, piranîya ewan çekan jî ji Ewropa-Rojhilat hatine kirîn û kira veguhastina wan jî ne xuya ye.
Ev rapora han evê çendê jî eşkere dike, ku piranîya ev çekên han ji kar keftîne û kevin in û ti gerentîya wan nîne û bi nirxeka pirr giran hatine kirîn.




