Washington: heger Iraq rê li karên Exxon Mobil bigre, firokeyên F16 nabîne

Duhî yekşemê hukûmeta Iraqê eşkere kir, ku Amerîka bi dijwarî fişar xiste ser Iraqê û jê re got, pêdivîye Iraqê wê embargoyê li ser kompanîya Exxon Mobil rabike, heger Baxdad pebendî bi daxwazîyên Amerîka nebe wê demê Amerîka ne amadeye firokeyên F16 bide Iraqê.
Jêderekî ji hukûmeta Iraqê nexwestîye navê xwe eşkere bike ji siteya ŞefeqNews re ragihand, ku washington gelek bi dijwarî fişae xistîye ser Iraqê bo rakirina hemû corên astengî li ser kompanîya Exxon Mobil a Amerîkî.
Herweha evî jêderî weha jî da nîşandan, ku fişara Amerîka gihaye asta gefkirinê, bi awayekî ku rê li Iraqê bihê girtin bo wernegrtina firokeyên F16 ji Amerîka.




