26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi Serokatiya Serok Barzanî civata Serokatiya PDKê civiya

Çavkanî: KDP.info

Duhî li Selahedînê bi Serokatiya Serok Barzanî civata Serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê PKKê civiya.

Di civîna han de çendîn mijar û babet hatin giftûgokirin û di destpêka civînê de rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê û bandora rewş û guhertinên heyî yên li deverê li ser Îraqê jî hatin nîqaşkirin û bi awayekî cidî ew bûyer û rûdaw yên ku, bi awayekî rasterast û û nerasterast bandor li ser Kurdistan û Îraqê dikin tên şopandin.

Di beşe duyem ya civîna han de meseleya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hate giftûgokirin û hate gotin ku, ew hilbijartin û proseya han bo dîmokratîze kirin û praktîze kirina bawerî û bernameya PDKê gelek girîng e.

Di berdewamiya civîna han de ew xalên han weke biryar hatine eşkerekirin:

1- Parastina aramiya Kurdistan û parastina asayîşa şîniyên Kurdistan û paqêj hêştina jîngeha Kurdistanê.

2- Handana xelkê Kurdistanê bo beşdarî kirin di hilbijartinan de bi taybetî ew xwşik û birayên ku, xwedam mafa dengdanê ne.

3- Zemîne xweşkirin bo birêvebirina hilbijartineke paqêj li gorî qanûn û şîretên komisyona serbixwe ya hilbijartinan.

4- Daxwaz ji endam, kadro û tevahiya alîgirên partî dikin ku, girêdayî şîret û zagonên heyî yên ji bo propagende, cîh û dema propagendeyê bin û şîretên komisyona serbixwe ya hilbijartina cîhbicîh bikin.

5- Di civînê de daxwaz ji kadro, endam û alîgiran hatiye kirin daku, hêz û karînên xwe bo dengdan bi lîsteya 110 bitevger bikin.

Her bijî Kurd… Her bijî Kurdistan

Nûçeyên têkildar