26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peymangeha zanistên neftê tê vekirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Peymangeya zanistiyên neftê li herêma Kurdistanê tê vekirin û hemû xwedekarên xandina seretayê, destpêkê, timam bikin dikarin navê xwe ji bo wê peymangehê qeyd bikin.

 Birayîm Bayîz rêvebirê giştiyê peymangehan li wezareta perwerdeya hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got:

 - Ji bona vekirina peyamngeha zanistên neftê me razîbûna ciyên peywendîdar wergirtiye û piştî timamkirina xandina qonaxa seretayê, xwendekar dikarin li wê peymangehê berdewamiyê bi xandina xwe bidin û di warê şarezayî û pisporiya neftê de diplomayê werbigirin.

 Bayîz got jî ku, wezareta perwerdeyê a hikûmeta Kurdistanê li ser pirograma xandinê li peymangeha zanistên neftê razî bûye û nuha digel wezareta samanên xwezayî ya herêma Kurdistanê danûstandin tên kirin ji bona peydakirina kesên şareza û pispor di warê zanistên neftê da daku, li wê peymangehê dersan bidin.

Nûçeyên têkildar