Obama biryara destêwerdana leşkerî da

Ajans-KDP.info/ Serokê Emerîka Barak Obama biryara lêdana rêjîma Sûriyê da, û tekez kir ku desthilatdariya wî heye biryara xwe bê ku vegere kongirêsê pêk bînê, lê wî ji kongirêsa Emêrîka daxwaz kir biryara lêdana li dijî rêjîma Esed ji aliyê xwe ve erê bike.
Serokê Emerîka Obama bûyera bi karanîna çekên kîmyayî li devera El-Xota a ser bi Şamê ve bi tewana herî xirab a bi çekên kîmyayî ya ku di des sala 21 lidarketiye bi nav kir û serokê Sûriyê Beşar El-Esed bi kesê hov bi nav kir.
Serokê Emerîka Obama duhî di axavtina xwe de a di derbarê lêdaneke leşkeî li dijî Sûriyê diyar kir ku, wê DYE`a bê erêkirina Encumena ewlekariyê a NY li dijî Sûriyê lêdaneke leşkerî pêk bînê û wê ji rêjîma Esed temenê tiştê kiriye bide, lê Obama diyar nekir ka wê kengê ev lêdana leşkerî pêk bê, Obama di axavtina xwe de got : Dibe ev lêdan sibêbe yan hefteyek din be yan heyveke din be, her wiha ragihand ku hêzên bejehî ên Emerîka`yê wê beşdarî destwerdana li dijî rêjîma Sûriyê nebin.
Barak Obama di daxuyakirina sedemên ku wê ji ber wan li dijî rêjîma Sûriyê lêdaneke leşkerî pêk bînê de jî , daxuya kirin ku rêjîma Esed li herêma Rojhilata navîn welatên hevpeymana Emerîka ne dixe rewşeke metirsîdar de.




