Êlihê jî piştîvaniya Rojavayê Kurdistanê kir

Bakurê Kurdistanê-KDP.info/ Li gorî nûçeyeke Ajansa Nûçeyan ya Firatê ku li bajarê Êlihê di xwepêşandaneke mezin ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ku hejmara wê dikir zêdetirî 10 hezaran kes bûne.
Di wê xwepêşandanê de, Parlementera BDP’ê Ayla Akat Ata berxwedana Rojava silav kir û got, "Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, di serî de sonda azadiyê xwariye. Îro jî ber bi azadiyê ve dice".
Li Êlihê bi armanca piştgirî dayîna Rojava bipêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk-DOKH’ê di bin navê "Berxwedana Rojava berxwedana me ye" li devera Koçerlerê mitîng hate li darxistin.
Hatiye zanîn ku li qada mitîngê pankartên mezin ên li ser "Berxwedana Rojava berxwedana me ye", "Başûr, Bakûr, Rojhilat û Rojava em yek in", "An azadî an azadî" "Roj roja me ye ax axa me" û “Gelê Rojava bitenê nîne” daliqadin, her wiha bihezaran jinên ku herikîn qada mitîngê cilên xwe ên netewî li xwe kirin.




