Leyla Zana û Erdogan civiyan

Leyla Zanayê piştî hevdîtina xwe ya duh digel serokwezîr Recep Tayip Erdogan pêk anî, îro li parlametoya Tirkiyeyê preskonferansek pêk anî û di bara hevdîtina xwe û Erdogan de agahdarî dan.
Parlametra BDPyê ya Diyarbekirê Leyla Zana di axaftina xwe de got:
“Min guhê xwe dan dengê hiş, wijdan û dilê xwe û bi vî rengî min hevdîtina digel Rêzdar Serokwezîr Erdogan pêwîst dît”.
Leyla Zana got: serokwezîr li hemberî wê helwestek gelek baş û ji diyalogê re vekirî nişa da û wê daxwazên ji Erdogan kirine weha rêz kirin:
“Prosesa Osloyê, ya hevîdinên nehênî ya di nêvbera desthiladarên dewletê û birêvebirên PKKê divê berdewam bike; ji bo Robozk lêbûrîn dê ne kêmasiyek be; miletê kurd wekî her miletekê mafê wî ye bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne; dewleta ku sizayê sêdarkirinê ji navê rakiriye dikare hepsa malê jî ji bo Ocalan pêk bîne.”
Her wê got min bo serokwezîr gotiye: “ne rast e hûn bêjin bila çek bên danîn dê hingê operasyon rawest in.”
Leyla Zanayê got: “Rêzdar Serokwezîr bi baldariyeke mezin û bi hûrî guhdariya daxwazên me kir. Ez bawer dikim ko ji bo aştiyê çi ji destê wî bê dê bike. Rêzdar Serokwezîr rişd bûna xwe ya digel aştî û diyalogê aşkere kiriye”.
Dezgehên ragihandina Tirkiyeyê pêwendiyeka gelek mezin bo beyanên Leyla Zanayê nîşan da, hemî televizyonên nûçeyan yên Tirkiyeyê ev preskonferans bi weşana zindî bo temaşevanên xwe ragihandin.
Mirov dikare bêje hevdîtina Leyla Zanayê û Erdogan û beyanên Leyla Zanayê yên piştî hevdîtinê hewayek nerm û zimanek yê diyalogê di ajendeya siyasî ya Tirkiyê de çêkir.




