Azad Ebo Bekir: Malikî tenê gotinan dike, ne kirdaran

Endamê parlîyamenta Iraqê Azad Ebo Bekir ragihand, ku ew pêşnîyazê serokê hukûmetê dixwest destnîşand bike, ji ber arîşeyên qanûnî hate retkirin û tenê yek alî piştivanîya serokê hukûmetê dikin.
Di evê derbarê de Azad Ebo Bekir ji malpera KDP ragihand, di nava parlîyamenta Iraqê pênîyazek hebû, ku maweya wilayeta serokê hukûmeta Iraqê bo du xulan bihê zêde kirin, lê belê ji ber ku di nava destûrê de nehatîye destnîşankirin û li gorî mafê wî nikare evê çendê pêşnîyar bike, weha jî got, " niha ti çareserîyeka sîyasî nemaye ku Malikî tenê daxwaza çaksazîyan di nava hukûmetê dike yan hilbijartinên pêşdemî dike û herdu jî rewşa niha ye Iraqê çareser nake.
Weha jî got, " Malikî tenê ji alîyê Dewleta Qanûnê tê kirin, ti bawerî bi gotinên wî nahê kirin, ji ber ku gotinên wî tenê gotinên ne kirdarin."




