26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hemîd Adil: Malikî nikare parlîyamenta Iraqê hilbiweşîne

Çavkanî: KDP.info

Duhî roja şemîyê Endamê parlîyamenta Iraqê Hemîd Adil Yezdîn ragihand, ku ew rêyên ku serokê hukûmeta Iraqê dixweze pê parlîyamenta Iraqê hilweşîne serkeftina nahêne û piştivanî jî jê re nayê kirin.
Herweha Yezdîn ragihand, ku du rê hene da ku parlîyamenta Iraqê bihê hilweşandin, yek bi rêya 3+1 endamên parlîyamenta Iraqê daxwazîyekê araste bikin û 5+1 endaman deng li ser bidin û rêya duyê serokê hukûmeta Iraqê daxwaz ji serokê komara Iraqê  bike û têde daxwaza hilweşandina parlîyamentê bike û ew jî bi yek mercê ku di nava parlîyamentê de arîşe hebe.
Yazdîn weha jî got, mixabin Malikî evê gavê ji encama karekî destûrî nake, lê belê wek vekarkirineka sîyasî li hember pêkolên wergirtina bawerîyê ji wî dike
 

Nûçeyên têkildar