26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Poltîburoya KDP peyamnekî pîrozbahîyê arasteya sekreter û endamên Partîya Kommunîsta Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Di peyamekê de poltîburoya KDP pîrozbahîya nozdehemîna salvegera damezrandina Partîya Kommunîsta Kurdistanê dike, eve jî tekesta evê peyamê:
Sekretêrê komîta navendî û hevrêyên birêzên poltîburoya Partîya Kommunîsta Kurdistanê û komîta navendî û hemû endam û alîgirên Partîya Kommunîsta Kurdistana hevpeyman, rêz û silavekî gerim bi boneya salvegera damezrandina partîya tekoşera we dikin û pîrozbahîyeka gerim li we dikin û em hêvîya serkeftinê û serfirazîyê ji we re dixwezin.


Partîya Kommunîsta Kurdistanê ji alîyê me ve hevpeymanîya we dirêjepêdana karwana xebata Kommunîstan li Kurdistanê û Iraqê ye û cora pêşkeftîya rêxistina ewê xebatê ye, ku ji bo mijara Niştimanîya rewaya xelkê Kurdistanê di rêxistinên Kurdistanê de bername û programeka terxane û bi awayekî dîyalektîkî bi hemû mijara demokrasî û medenîyên Kurdistanî û Iraqê ve girêdayîye. Ji ber evê çendê weku partîyeka xwedî dîrok û xwedana neberdî û şoreşgerî û dilsozî bo mafên rewayên gelê Kurdistanê û xurtkirina bingeha demokrasîyê û geşepêdana niştimanî û çespendin û xurtkirina azadîyan, di yek hêlê de hevpeymanîya me bi we re heye û em ewê pêwendîyê ber pêş ve dibin û em asoyeka fireh li ber evê pêwendîyê vedikin.
Bi bilindî û rêzî damezrandina Partîya Kommunîsta Kurdistanê pîroz be.

Em serê xwe bo hemû pêşmergeyên partîya Kommunîst ên qehreman diçemînin, ku  ji bo bidest anîna Iraqekî demokrasî û fedral û kurdistanekî azad û gelekî bextîyar, di sengera şoreşa Gulanê de û hemû şoreş û berxwedanên Kurdistanê de xwîn dan.
Poltîburoya KDP
30/06/2012
 

Nûçeyên têkildar