Raxib Elame: Gelê kurd gelekî mirovdost e û dixwaze digel gelên din bi aşitî û biratî bijî

Hewlêr-KDP.info/ Li bajarê Hewlêrê Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li hunermendê naskiriyê libnanî Raxib Elame kir
Hunermendê navdarê ereb Raxib Elame got ku, ev yekem care ew serdana herêma Kurdistanê dike û ew bi vê serdanê gelek kêfxweş e:
- Pêşkeftinên herêma Kurdistanê ez matmayî kirim û ez hêvîdar im ev pêşkeftin di hemû waran de hertim berdewam bin û herêma Kurdistanê zêdetir geş bibe û ew ji bo herêmê bibe mînaka herêmeke aram. Gelê kurd gelekî mirovdost e û dixwaze digel gelên din yên herêmê bi aşitî û biratî bijî.
Hunermend Elema got ku, huner zimanek cîhanî ye û dikare dûr ji cudahiyên netewe, ol û dîtinê siyasî xelkê kom bike û ber bi hindava aşitî, pêkvejiyan û aramiyê bibe. Rola hunermendan roleke mezin e ku, bikarin tevî nakokiyên siyasî, hokarê livenêzîkirina gelên deverê bin û bibine pira peywendî û hevhahengiyê.
Ji aliyê xwe ve, Îmad Ehmed bi germî bixêrhatina hunermend Raxib Elame bo herêma Kurdistanê kir û hêvî kir ku, ev serdan bibe destpêka zêdetir hevahengiyê di navbera hunermendên kurd û ereb de û têkelbûna her du kulturan bi awayekî ku, xizmeta peywendiyên her du gelan bike:
- Berjewendîya gelê Kurdistanê di hevkarî, dostanî û qebûlkirina hev du de ye, em dixwaz in destê dostaniyê bo gelên cîran dirêj bikin bi hev re xizmeta pirosesa aşitî û xurtkirina canê lêbihurînê bikin. Kurdistan ber bi rûyê hemû hunermend, nivîskar û sermayedarên biyanî, bi taybetî welatên cîran, vekiriye




