Fazil Mîranî û Konsolosê Emerîkayê yê li Hewlêrê civiyan

Duhî li Selahedînê Sekreterê mekteb siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî pêşwaziya Konsolosê Emerîkayê yê li Hewlêrê û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtineke de hevdem ligel nirxandina reşwa Kurdistan û Iraqê rewş û buyerên siyasî yên li deverê de jî hatin nîqaşkirin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Fazil Mîranî behsa amdekariyên heyî yên ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê yên ku, biryare di roja 21.9.2013an de werin saz kirin kir û tekez li ser vê yekê kir ku, ti astengiyek anjî ti kêşeyek nikare bibe sedema paş xistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê.
Çavkanî eşkere kir ku, Serokatiya Kurdistanê bo amade kirina destûra bingehîn ya nû a Iraqê û parstina prosesa demokrasiya Iraqê roleke gelek girîng lîstiye û niha jî tekez li ser vê yekê dike ku, rêya herî baş bo çareser kirina kêşeyên heyî diyalog û girêdayî bûn bi destûra bingehîn ya Iraqê ye




