26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Felah Mistefa digel konsulusê Danmark û Belarusiyayê civiya

Çavkanî: KRG.org

Bi armanca ji nêzîk ve aşnabûn bi bername û xebatên wan yên ji bo zêdetir xurtkirina têkeliyan di navbera herêma Kurdistan, Danmark û Belarusiyayê de, duhî (30.06.2012) li bjarê Hewlêrê Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Dara Celîl konsulusê fexrî uê Danmarkê û Fuad Mamend konsulusê fexrî yê Belarususyayê yên li herêma Kurdistanê kir.

 

Di dîdarekê de, Felah Mistefa behsa siyaseta hikûmeta Kurdistanê a di warê berfirehkirina têkeliyên xwe yên diplomasî de digel cihana derve kir û got ku têkeliyên diplomasî ji bona pêşxistina têkeliyên siyasî, aborî, bazirganî û kulturî digel welatên derve rêxweş dike.

 

Berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê behsa destpêka avaakirina têkeliyên herêma Kurdistanê digel welatên biyanê kir û got ku wan têkeliyan ji vekirina ofîsan dest pê kir heta nuha gehiştiye vekirina konsulxaneyan û ofîs û senterên mezin yên kulturî û bazirganî. Mistefa rola her du konsulusên fexrî yê Danmarkê û Belarusiyayê di vakirina têkeliyan de beriz nirxand û hêvî kir ku, ew ji bona pêkanîna têkeliyên xurt yên di warê siyasî, aborî û kulturî de kenalên baş bin.

 

Her sê alî (Kurdistan, Danmark û Belarusiya) li ser destnîşankirina mekenîzmeke minasib ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyan û teşwîqkirina sermayedar û bazirganan bo karê sermayerazandinê li herêma Kurdistanê hev fikir bûn

Nûçeyên têkildar