26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nûnerê serokwezîrê Kurdistanê serdana penaberên Rojava kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Bi armanca ji nêzîk hayderbûn li ser rewşa penaberên rojavayê Kurdistanê, duhî roja yekşemiyê, Sefîn Dizeyî bi nûneratiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê digek hijmareke berpirsên ofîsa taybeta serokwezîrê Kurdistanê, serdana penaberên surî li bajarokê Quştebeyê kir.

 Dizeyî û şendeya pê re destpêkê serdana wî cî kir ku, ji bo penaberên rojava xîvetan dadinin û daxwaz ji mihendis û karmandan kir ku, lezê bikin di hildana xîvetan de  ji ber ku, piraniya penaberan niha di nav dibistan û avahiyên hikûmetê de hatine akincî kirin.

Piştre Sefîn Dizeyî û hevalên pê re serdana penaberên rojavayê Kurdistanê kir û silavên serokwezîrê Kurdistanê gihandin penaberan û tekîd kir ku, hikjûmeta herêma Kurdistanê di ber her awayî alîkariya wan bike. Dizeyî di axaftina xwe de hêvî xwast ku, kirîza Suriyeyê di demek zû de bi dawî be û penaberên rojavayê Kurdistanê ji bi  aşitî û serbilindî bo war û  cîyên xweveger in.

 Nûnerê serokwezîrê Kurdistanê digel qaymeqam û berprisên îdariyên deverê civiya û kar û alîkariyên wab heta nuha pêşkeşî penaberên rojavayê Kurdistanê kirine bilind nirxandin.

Nûçeyên têkildar