25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Jacques Neriah: Derketina Kurdistana mezin ne egereke zêde dûr e

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Şêwirmendê serokwezîrê berê yê Îsraîlê Jacques Neriah dibêje ku Kurdistan di rewşa xulqandina hejmarek bûyerên mezin de ye bo Rojhilata Navîn û Tirkiye jî nîgeran e ji wêye; "Derketina Kurdistana mezin ne egereke zêde dûr e. "

Di gotarekê de ku li ser bûyerên vê dawiyê yên Rojavayê Kurdistanê di rojnameya Jerusalem Post de belav kiriye, şêwirmendê serokwezîrê berê yê Îsraîlê Îshak Rabîn û pisporê warê stratejîk Jacques Neriah wiha dibêje: "Kurdistan Kurdistan di rewşa xulqandina hejmarek bûyerên mezin de ye bo Rojhilata Navîn. "

Neriah wiha nivîsiye: "Demeke zêde ye Kurd daxwaza serxwebûnê dikin, şerê navxwe yê Sûriyê jî derfeteke nû da wan ku vê armanca xwe pêk bînin. Herwiha yekem car e di dîroka hevçerx a Sûriyê de Kurdan karîne navçeyeke xweser li wî welatî çêbikin. "

Navbirî wiha dirêjî bi axaftina xwe dide: "Ev navçeyên Kurdî ji aliyê çend encûmenên lokal ve tên birêvebirin û berpirsên wan jî qala wê yekê dikin ku di plana wan de pêkanîna hikûmeteke demkî heye, sedema vêna jî ew e ku desthilata merkezî ya Sûriyê li navçeyê nemaye. "

Derbarê wan navçeyên sînor ku niha Kurdan li Sûriyê kontrol kirine, Neriah wiha dibêje: "Ev navçeyên han bê çawa ji bo Tirkiye û grubên Îslamî yên mixalefeta Sûriyê girîng in, bo Kurdan jî heman tişt e, ji ber serdestiya wan di wan sînoran de hêzê dide hemû parçeyên Kurdistana Sûriyê, Tirkiye û İraqê, evna jî gelekî girîng e bo yekxistina hemû beşên Kurdistanê û serxwebûnê.’’ Herwiha tekez dike ku Tirkiye gelekî nîgeran e ji wê ya ku; ‘’Derketina Kurdistana mezin ne egereke zêde dûr e. " Basnews

Nûçeyên têkildar