Pijîşkên Bê sînor: Li Şamê çekên kîmyayî hatine bikaranîn
__2013_08_25_h11m34s34__RJ.jpg)
Ajans-KDP.info/ Rêxistina Pijîşkên Bê sînor ragihand ku li Sûriyê çekên kîmyayî hatiye bikaranîn. Bi vî awayî cara yekem rêxistinek navnetewî piştrast kir ku çekên kîmyayî hatine bikaranîn.
Rêxistina Pijîşkên Bê sînor ragihand ku roja sêşemê ku li 7 taxên Şamê hat îdiakirin ku çekên kîmyayî hatiye bikaranîn, nêzî 3 hezar û 600 nexweşên ‘Norotoksit semptom’ li ser wan heyî, anîne nexweşxaneyên Şamê. Rêxistinê ragihand ku ji vana 355 kes mirine.
Dîrektorê Operasyonan ê Rêxistina Pijîşkên Bê sînor Bart Janssens ragihand nexweş di nava sê saetan de rakirine nexweşxaneyan û wiha got: “Ev jî derdixe holê ku hemû di encama êrişekê de hatiye kirin




