Li Bexdadê teqîn: 70 şehîd û birîndar

Bexda-KDP.info/ Hejmara teqîna şevê din ya ku piştî teqina bombekê û xweteqandina xwekujî li bakurê Bexdadê encam da de 24 kes şehîd bûn û 46 kes jî birîndar bûne.
Jêderekê ewlekariyê îro şeme 24/8 ragihand ku şevê din bombeyek li taxa qahîra a Bexdadê teqiya û têde 2 sivîl hatin kuşin û kes jî birîndar bûn.
Wê jêderê da zanîn ku piştî teqînê kesekî xwekuj ku kemberekî teqînan li xwe pêçayî bû dema ambulans tên qurbaniyên bûyerê rizgar bikin xwe diteqîne û di encamê de 24 kes ku dinava wan de polîs jî hene şehîdbûne û 44 kes jî birîndarbûne.
Her weha piştî teqînan hêzên ewlekariyê çemberekî ewlekariyê li dora cihê bûyerê daniye û cenazeyên şehîdan guastine pijîjka dadweriyê û birîndar jî bo nexweşxaneyê




