Li encama peqînekê li Beqûbeyê 6 kes hatin kuştin

Duhî bi şev li Gunda Şifte ya li Rojhilatê Bajarê Beqûbeyê de li encama peqîna tirombêleka bombekirî û 6 kesan canê xwe ji dest dan û hijmareke din jî birîndar bûn.
Îro çend çavkaniyên hêzên Polîs yên li Parêzgeha Beqûbeyê ragihandin ku, hijmara miriyên teqîna duhê şev gehêştiye 6 kesan û hijmara birîndaran jî gehêştiye 38 kesan.
Her evro li Başûrê Rojawayê Beqûbeyê de çend çekdarên nenas êrîş kirine ser xaleke lêgerînê ya hêzên polîs û di encam de 4 endamên hêzên Sehu canê xwe ji dest dan û 4 endamên din jî birîndar bûn.




