26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Hêvî Dikim Hikûmet Bernameyeke Baş Bo Xwendekaran Amade Bike

Çavkanî: Kurdistan TV

Roja pênşemê 28.6.2012 a Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyamek pêşkêşî Xwendekarên derçûyên Zanîngeha Selahedînê kir.

 

Serok Barzanî di destpêka peyama han de hevdem ligel pîrozbayî kirin li wan Xwendekaran, spasiyên xwe jî pêşkêşî Mamosteyên Zanîngeha Selahedînê kir û ragihand ku, hêvî dikim Hikûmeta Kurdistanê bernameyeke baş bo wan Xwendekarên ku, evro meznûn bûne amade bike.

 

Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de eşkere kiriye ku, xweziyên me bo wan ciwanan gelekin û hêvî dikim canê tebayî û hevûdu qebûlkirinê biparêzin û çanda lêbûrînê bihêztir bikin û derfet nedin ti kes û aliyek ku, nakokî bixe nava refên Gelê me de.

 

Zanîngeha Selahedînê weke Zanîngeha dayik bo me gelek girînge û bo pêşxistina vê Zanîngeha han çê ji destê me were emê bikin.

 

Peywera pêşkeftina her welatekî li gorî perwerdehiya vê welatî tê destnîşankirin lewre pêwîste bo pêşde birina asta perwerde û Zanîngehên Kurdistanê emê bi hevre di nava hewldaneke girîn de bin û tevahiya me jî xwedan hêviyên gelek girîng mezin ji Zanîngehên Kurdistanê ne.

Nûçeyên têkildar