Yekem serokê Îslamî li Misirê Sûnda yasayî dixwe

Îro şemîyê Serokê Misirê yê Nû Muhemmed Mursî dê sûnda fermîya yasayî li ber dadgeha destûrê bixwe, Mursî gef da encumena leşkerîya Misirê derbarê kirina her pêkolekî bo sînordarkirina desthilata wî.
Di evê derbarê de li gorî ajansa Reuters, Mursî duhî li meydana Tehrîr li hember cemawerên xwe yên ku bi piranîya wan Îxwan Muslîmîn in, sûnda yasayî xwer û got, " bi navê xwedayî mezin sûnd dixwem ku ezê sîstema komarî biparêzim û rêz li destûr û qanûnê bigirm".
Wek tê xuyakirin ku encumena leşkerîya Misrê desthilatdarîya Mursî sinordar kir.




