Endamê parlîyamenta Iraqê: Desthilata Malikî nîne daxwaza hilbijartinên pêşdemî bike

Endamê parlîyamenta Iraqê Şiwan Muhemmed Taha, di derbarê daxwaza Nûrî Malikî bo hilbijartinên pêşdemî de, got serokê hukûmeta Iraqê dixweze xwe ji çareserkirina arîşeyan vedizîne û mafê wî tune ye daxwaza hilbijartinên pêşdemî bike.
Herweha Taha ragihand, ku daxwazkirina hilbijartinên pêşdemî, bi wateya veguhastina arîşeyan ji qunaxekê bo qunaxeka dine û xwe vedaznidine ji çareserkirina arîşeyan.
Taha got, bi nerîna min be nexşeya sîyasîya Iraqê di hilbijartinên din de ti guhartinên weha jê dernakeve, Malikî tenê wek fişarekî bikar dihêne.
Taha da xuyakirin, ku li gorî destûra Iraqê û hinek ji çarçoveya sîyasî ti mafê Malikî nîne ku daxwaza hilbijartinên pêşdemî bike.




