26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Cinêvê kombûnekê derbarê Sûrîya tê saz kirin

Çavkanî: KDP.info

 

Îro şemmîyê wezîrên derveyên welatên cîhanê dê li Cinêvê kombûnekê bo danana pilaneka stratecîk û bi sawî anîna qeyrana Sûrîya  saz bikin.

 

Di vê derbarê de li gorî ajansa Reuters, emîndarê giştîyê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Mon û Nûnerê navdewletî yê bo kar û barê Sûrîya Kofî Anan, alîyê serekîyên evê kombûnê ne.

 

Wek tê xuyakirin ku  alîyên evê kombûnê dê li ser pêkhatina hukûmetekî hevpişik niştimanîya Sûrîya û dûrxistina Beşar El-Esesd ji serokatîyê rêbikevin.

 

Lê belê Mosko li dijî  her pilanekê ye ku tê de dûrxistina Beşar El-Esed hatibe, lê di heman demê de Amerîka û welatên Ewropî û welatên Erebî ti hêvîyekê di evê hukûmetê de nabînin heger Beşar El-Esed di desthilatê de bimîne.

 

Wek tê xuyakirin, ku di evê kombûnê de dê wezîrên her pênc welatên endamên herdemîyên encumena asayîşa navdewletî û herweha Turkîya, Kuweyît, Qeter û Iraq herweha Ban Kî Mon emîndarê giştîyê Neteweya Yekbûyî amade bibin.

Nûçeyên têkildar