26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Dijberiya li Sûriyê dê demek dirêj berdewam be

Çavkanî: KDP.info

Ajans-Emerîka/ Serokerkanê artêşa Emerîka Martin Dempsey careke din tekez kir ku her destêwerdaneke leşkerî ji aliyê Emerîka ve li Sûriyê, dê ne di berjewendiya Emerîka de be.

Li gorî ajansê nûçeyan, Dempsey di nameyekê de ku arasteyî senatorê demokrat Eliot Engel kiriye, behsa jihevketina opozîsyonê û zêdebûna grûpên radîkal di nava wê de dike.

Demsey got: “Ew aliyê ku em piştgiriya wî bikin divê berjewendiyên me û xwe biparêze ger bi serket, lê rewş niha ne wisa ye.”

Dempsey diyar kir ku ew dikarin firokeyên rejîma Sûriyê têk bibin, lê li xwe vegeriya û wiha anî ziman: “Ev yek rewşê yekalî nake û dê me bibe nav şer.”

Dempsey destnîşan kir ku dijberiya li Sûriyê dê demek dirêj li berxwe bide û rikberiya li ser desthilatê piştî çûna Esed jî dê berdewam bike.

Nûçeyên têkildar