26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Iraqê 15 miliyar dînar hevkariya Penaberên Rojava dike

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info/ Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragehand ku, piştî hatina hijmareke gelek zêde ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê hikûmeta fedral ya Iraqê jî biryar daye daku, hevkariya wan Penaberan bike.

Sefîn Dizeyî eşkere kir ku, hikûmeta fedral ya Iraqê bi biryara Serokwezîr hewl dide daku, bi qasî 15 miliyar dînaran hevkariyên curbicur pêşkêşî Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku, li Başûrê Kurdistanê de hatine bicîhkirin bike.

Dizeyî herwiha eşkere kir ku, hikûmeta Kurdistanê jî ev pêngava han bi pêngaveke erênî wesif dike û daxwaz ji aliyên têkeldar yên navnetewî jî dike daku, hevkariya wan Penaberan bikin

Nûçeyên têkildar