Nêçîrvan Barzanî 25 milyon dolar ji bo penaberên Rojava terxan dike

Rojnama Evro/ Berpirsekê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, netewên yekgirtî pêşibîniya xwe li destpêka sala 2013 kiribû ku dê rêja penaberan li Îraqê û dewletên dewruberên suryê ber bi zêdebûnê çe, lê ne me û ne netewên yekgirtî jî ew pêşibînî ye nekiribû ku tenê di demê çar heta pênc rojan de 15 heta 20 hizar penaber hêne dinav herêma Kurdistanê da.
Dîndar Zêbarî cêgirê berpirsê peywendiyên der veyên hikûmeta herêma Kurdistanê bo evro got, heta roja pênc şembî rêkeftî 15/8 nêzîkî 154 hizar penaberên rojavayê Kurdistanê ji layê netewên yekgirtî ve hatibûne tomarkirin li herêmê ku 100 hizar kes li Duhokê bûn û 42 hizar li hewlêrê û 12 hizar li Silêmanyê, lê tenê di navbera 15/8 heta 17/8 nêzîkî 15 hizar penaberin dî gehiştine herêma Kurdistanê û rojane jî yên zêde dibin û dibe heta nuke hejmara wan gehiştbe 180 hizar kesan û ez pêşibînyê dikem heta dûmahiya ev sale hejmara wan bigehe zîçdetir ji 200 hizar kesan.
Dîndarî diyarkir, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî gujmê 25 miliyon dolar bo penaberên rojava ewên li roja pênc şembiya bûrî û dûvda hatîn terxankirin û her di ev sale da jî serokê hikûmetê 20 milîwn dular li ser dû qunaxan bo penaberên rojava dabîn kiribûn. Ji bilî diravê hatî ye terxankirin ji layê kargêryên parêzgehan ve.
Dîndar Zêbarî amaje da ku bargiraniyeka mezin li ser herêma Kurdistanê ya hey û netewên yekgirtî ew parê pêdivî bigehe herêma Kurdistanê negehandî ye ku ji layê welatên harîkar hatîne dan bo bernamên netewên yekgirtî ku bo herêmê bînin, dîsa divêt hemahengî baştir bibe dinavbera damudezgehên hikûmetê digel layenên nêvdewletî.
Li dor akincîkirina penaberan, dibêje, siyaseta me ewe ku van benaberan li ser bajêrên herêmê belavbkin, li Duhokê kemipa dumîz ya hey û dibe kemipeka dî jî li Duhokê bihête danan û nuke herdu kemipên gewirekusk û dareşekiran li hewlêrê yên dihêne dirostkirin ku her yek jiwa nidê 10 hizar kesan bi xweve bigire û li Silêmanyê jî dest bi danana kemipekê ya hatî ye kirin û nuke bi şêweyekê berwext yên li qutabxana hatîne akincîkirin û her demê ew kemipe hate dirostkirin dê bo wê hêne veguhastin.
Navibirî diyarkir ku li qeza mexmûr li hewlêrê 10 hizar penaberên kurdên bakûrê Kurdistanê lê akincîne û kemipa Kawe ya kurdên rojihelat jî ya hey ku nêzîkî 13 hizar kes têda hene, dîsa me li herêma Kurdistanê awarên navixûy jî yên heyin û amara fermangeha kuç û kuçbera didet xûyabûye ku zêdetir ji 420 hizar awarên navixûy jî hene û eve hemû bargiranî ye li ser me weku şiyan û budce, lê berpirsiyaretiyeka dîrokî ye û serokê herêmê daxwazkirî ye ku hemû di harîkaribin.
Sebaret xala Pêşabîrê aya dê ya vekirî be li berdem penaberan, Dîndar zêbarî got, ew xale ne ya fermî ye û me çi xalên sinorî yên fermî li gel Sûriyê nînin, tenê du xalên fermî hene ew jî Rebî ye li Neyinewa û Qaym li Enbar û ewa hatî ye vekirin li Pêşabîrê pireka berwexte û neya fermî ye û merem pê ew bû ku stutemenyê û xwarinê bigehînine layê Sûriyê




