Wezîrê saxlemiyê serdana kampên penaberên Rojava kir

Dihok-KDP.info/ Bi armanca ji nêzîk haydarbûna rewşa saxlemiya penaberên rojavayê Kurdistanê, Rêkewt Heme Reşîd wezîrê tendirustiyê yê jikûmeta herêma Kurdistanê digel şandeyeke wezaretê serdana kampa Dumîz a ser bi bajarê Duhokê ve, ya penaberên rojavayê Kurdistanê, kir û penaberên kampê dilrehet kirin ku, hikûmetea Kurdistanê di warê tendirusitê de dê berdewam alîkariya wan bike.
Di berdewamiya serdana xwe de, wezîrê saxlemiyê serdana kampa Kewirgusk û Beherke ser bi bajarê Hewlêrê ve, yên kurdên rojavayê Kurdistanê, kir.
Di daxuyaniyekê de bo kanalên ragehandinê, Rêkewt Heme wezîrê saxlemiyê got ku, gor ew dixwazin ji nêzîk haydarî rewşa penaberan bibin û bizanin di warê saxlemiyê de pêdawîstiyên wan çine daku, hikûmeta herêma Kurdistanê weke pêwîst pêdawîstiyên tendirustiyê bo kampên penaberên surî yên li herêma Kurdistanê dabîn bike




