hikûmeta herêma Kurdistanê bi hemû îmkanên xwe dê alîakriya penaberên rojava bike

Hewlêr-KDP.info/ Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê hevrê digel Newzad Hadî waliyê Hewlêrê serdana senterên komkirina alîkariyan bo penaberên rojavayê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê kir û di axaftinekê de got ku, hikûmeta herêma Kurdistaê bi hemû îmkanên xwe dê alîakriya penaberên rojavayê Kurdistanê bike.
Destpêkê Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê serdana senterê komkirina alîkariyan yê Zagros TV kir û kampaniyaya Zagros TV bo komkirina alîkariyan bo penaberên surî yên li herêma Kurdistanê bi gaveke welatparêzî wesif kir û got ku, hikûmet jî ji aliyê xwe di alîakrîkirina koçbarên rojavayê Kurdistanê di warê madî û manewî de xemsariyê nake.
Paşê cîgirê serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re serdana senterê komkirina alîkariyan yê Spêde TV kir û destxweşî li kompaniyaya Spêde TV kir û got, ew hêvîdar in di demek zû de kurdên rojavayê Kurdistanê vegerin ser mal û warên xwe û bi azadî û demokrasî li welatê xwe bijîn û bi mafên xwe yên netewî şad bibin.
Weke tê zanîn piştî di van rojana de bi hezaran kes ji rojavayê Kurdistanê ber bi herêma Kurdistanê ve hatîn, hema bêje li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê kampaniyayên komkirina alîkariyan bo wan penaberan dest pê kiriye




