Mistefa: Em amadene pêşwaziyê li hijmareke zêde ya çavdêrên navdewletî bikin

Felha Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Serbest Mistefa serokê komisyona bala ya serbixwe ya hilbijatinan li Îraqê di civînekê de amadekariyên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û civatên wîlayetên herêma Kurdistanê nirxandin.
Di civînê de ku, duhî li bajarê Hewlêrê hat saz kirin, Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyên derve û nûnerê UNAMI amade bûn, pirsa beşdarîkirina çavdêrên biyanî di çavdêrîkirina hilbijartinên herêma Kurdistanê de hat behis kirin û di vê çarçoveyê de, Serbest Mistefa serokê komisoyna balaya hilbijartinan got ku, ew dixwaz in hijmareke zêde ya çavdêrên biyanî beşdariyê di çavdêriya hilbijartinan de bikin.
Gulşan Kemal berprisa peywendiyên komsiyona balaya serbixweya hilbijartinan li Îraqê got:
- Karkirin li herêma Kurdistanê ji beşeên din yên Îraqê hêsantir e. li gelek wîlayetên Îraqê di dema hilbijartinan de, çavdêrên navxweyî û biyanî rastî arîşe û giriftariyan dihatin û pilaneke emnî ya baş nebû. Em serkeftinê ji hilbijartinên herêma Kurdistanê re dixwaz in û komisyon amadeye ji bona beşdarîkirina çabdêrên biyanê hêsankarî û hevakriyê bi hikûmeta Kurdistanê re bike.
Nûnerê rêxistina UNAMI a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve bo karûbarên Îraq û herêma Kurdistanê got ku, biraya encamdana hilbijartinan biryareke biwêr e û Neteweyên Yekgirtî piştevaniya hilbijartinan dike û amadeya alîkariya herêma Kurdistanê bike. Û got ku, heta nuha Amerîka, Brîtaniya, Îtaliya, Rusiya, Tirkiye û çend welatên din amdehiya xwe nîşan da ye çavdêran binêrin Kurdistanê.
Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve di axaftina xwe de got ku, ew wezîfeya komisyona bala ya hilbijartinan û Neteweyên Yekgirtî dikin wezîfeyeke giran û pîroz e, hatina çavdêrên biyanî bo beşdarîkirin di hilbijartinan de ji bo herêma Kurdistanê şanaziyek mezin e, bi taybetî ku herêma Kurdistanê keftiye nav deverek pir arîşe û milmilanê, lê Kurdistan herêmek aram û ti pirsgirêkên demokrasîbûnê nîn in.
Mistefa got:
- Em bi serxistina pirosesa demokrasiyê û rncamdana hilbijartinan di dema diyarkirî de pabend in. Herêma Kurdistanê pirosesa demokrasiyê bi kiryar di sala 1992ê de li pêşiya xwe danaye. Me di civînê xwe de digel nûnerên civaka navdewletî tekîd kiriye ku, em amadene pêşwaziyê li hijmareke zêde ya çavdêrên navdewletî bikin. Em pirosesa demokrasiyê pikatîze dikin bi tenê bi gotin beha wê nakin. Em naxwaz in bi tenê behsa demokrasiyê bikin, lê armanca me radestkirina desthilatê bi awayekî aşitî li herêma Kurdistanê birêve biçe .
Di dawiyê civînê de birayar hat dan ku, tîmek ji karmendên fermangeha têkeliyên derve pêkbê ji bona hevahengitê bi komisyona serbixweya hilbijartian re bike.




