ZagrosTV kempîneke hevkariyê bo penaberên Rojavayê Kurdistanê ragihand

Hewlêr-KDP.info/ Bi mebesta gihandina komek û alîkarîyan bi awareyên Rojavayê Kurdistanê, duhî dûşembe kanala esmanîya Zagros a başûrê Kurdistanê kempîneke alîkarîyê li berdem parka Şaneder a Hewlêrê dest pê kir û daxwaz ji hevwelatîyên Kurdistanê dihê kirin ku hevkarîyên xwe bigihînin cihê diyarkirî da ku ew bigihînin awareyên Rojava.
Di evê bareyê de Zehawî Sencawî endamê encûmena kanala Zagros di bêjedanekê de ji PNA re ragihand, piştî ku duh encûmena kanala Zagros serdana kempa Kevirgosk a nêzîkî bajarê Hewlêrê kir û ji nêzîk ve rewşa awareyên Rojav dît, îro danê sibehî li berdem parka Şaneder a Hewlêrê, kempîna hevkarîyê bo kurdên Rojavayê Kurdistanê ragihand.
Sencawî herwisa got, ku ev kepmîn ji alîyê Zagros tv ve û bi hevkarîya parêzgarê Hewlêrê û şaxeya Hewlêr a heva Sor a Iraqê birêve dice û daxwaz ji hevniştîmanîyên Kurdistanê jî kir, ku bo gihandina komek û alîkarîyên xwe serdana kempîna kanala Zagros li berdem parka Şaneder bikin. Sencawî tekez jî kir ku jîyana xoşk û birayên Rojavayî li kempa Kevirgoskê, pêywîstî bi hevkarîyê heye û kempîn jî dê çend rojan berdewam be.
Ji alîyê xwe ve jî Norî Birîmo berpirsê ragihandina partîya demokrata Kurd a Surîya yê li herêma Kurdistanê di bêjedanekê de li gel PNA daxwaz ji xelkê Hewlêrê û derdora wê kir ku bi hawara awareyên Rojavayê Kurdistanê ve biçin û çawan roleke şoreşgêrane hebûne, niha jî bi heman şêweyî destê hevkarîyê bo birayên xwe yên Rojavayî yên li kempa Kevirgosk dirêj bikin.
Norî Birîmo bi nave awareyan, li hember ew pêşwazî û hevkarîya berdewama ku bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê hebûye û bi taybetî jî wergirtina hezaran awareyên Kurd ku berê xwe dane herêma Başûrê Kurdistanê, supasîya helwêsta Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê kir.
Piştî vekirina dergehê sînorîyê Sêmalka li sînorê parêzgeha Duhokê ya di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, li gor zanyarîyên fermî û nafermî tenê di 4 rojên seretayî de pitir ji 25 hezar aware gihîjtine nava xaka herêma Başûrê Kurdistanê û li kempan hatin bicihkirin. Jêder PNA




