25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rojavayê Kurdistanê tê valakirin

Çavkanî: KDP.info

Rojnama Evro/ Xelkê Rojavayê kurdistanê daxwaz ji serok Barzanî dikin ku rê nedet gencên rojavayê Kurdistanê welatên xwe bicîh bihêlin û derbazî herêma Kurdistanê bibin û hêvî xwastin serokê herêmê partên rojava li ser bernameka hevpişk kom bike da ku deskevtên gelê kurd bihêne parastin.


Rojnamevan Cebar Qamişlo di daxuyaniyeka de bo evro ragehand ku roj bi roj rojavayê Kurdistanê vala dibe û genc bi cihê ku welatê xwe bi parêzin jin, zaro, dayik û xizmên xwe di nav rewşa xirab da dihêlin û direvine herêma Kurdistanê û ew yek bûye egerê dilgiraniya welatiyan û got: " Xelkê rojava ji dil ve sopasiya serok Barzanî û hikûmeta herêma kurdstaê dikin ji bo qebulkirin û xudan derikevtina penaberên rojavayê Kurdistanê û di heman dem da rexneyên dijwar li wan genican dikin ku niyeta baş ya serokê herêmê û hikûmetê bo xwe bikar dînin û ji welatê xwe direvin û deverên xwe pêşkêşê dojmnên gelê kurd dikin."


Li aliyê dî şerê di navbera kurdan û koma tîrorst ya elnusire da berdewam dike û li girê spî, til xelef û helebê di encama şerê kurdan û tîrorstan da 34 tîrorst hatine kuştin û yek jê sivîl û sê çekdarên kurd jî giyanê xwe ji dest dan.


Li dûv amarên ne fermî di nav heftiyekî da nêzîkî deh hizar welatyên kurd ji deverên heleb, Cizîrê û Til ebiyedê (girê spî) reviyane û piraniya wan berê xwe dane herêma Kurdistanê û nêzîkî du hizar welatî jî li bakurê Kurdistanê û turikiya bûne penaber û mişextbûna kurdan metirsiya ji dest dana destkevtên kurdan zêdetir dike û rojavayê Kurdistanê dihête çol kirin

Nûçeyên têkildar